BURSA
Saziya Otobêsên Behrê ya Bursayê (BUDO) û Saziya Otobêsên Behrê ya Stenbolê (ÎDO) ji ber rewşa hewayê hin seferên xwe betal kirin.
Di daxuyaniya BUDOyê da hat eşkerekirin ku seferên Mudanya-Stenbolê yên di saet 07.00, 09.00 û 12.00an de, seferên Stenbolê-Mudanyayê yên di saet 08.00,10.45 û 12.30yî de û sefera Armutlu-Stenbolê ya di saet 09.30yî de ji ber rewşa hewayê hatin betalkirin.
ÎDOyê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku sefera Yenîkapî-Bandirmayê ya di saet 07.00an de û sefera Bandirma-Yenîkapiyê ya di saet 07.00yî de ji ber rewşa hewayê hatin betalkirin.