ANKARA
Fermandarê Artêşa Egeyê Orgeneral Abdullah Atay bû Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan.
Serşêwirmendê Çapemeniya Serokomariyê Ahmet Sever li ber deriyê 1em ê Koşka Çankayayê daxuyanî da rojnamegeran.
Sever got ku demek berê Serokomar Abdullah Gul biryarên Şûraya Leşkerî ya Bilind (ŞLB) pesend kir û wiha got: "Li gor biryarê Fermandarê Artêşa Egeyê Orgeneral Abdullah Atay bû Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan."
Sever got ku der heqê dirêjkirina demên terfî û wezîfeyan de jî Serokatiya Sererkaniyê dê daxuyaniyê bide.