ANKARA
Saziyên belavkirina sotemeniyê bihayê lîtreya benzînê 10-11 quriş, ya mazotê jî 7-8 quriş zêde kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin, li Enqereyê lîtreya benzînê ya ku ji 4,63-4,65an dihat firotan bû 4,73-4,75 lîre. Li Stenbolê jî bihayê benzînê 4,60-4,61 lîre bû, lê niha wê 4,71-4,72 lîreyî bê firotin. Li Îzmirê jî benzîn ji 4,62-4,63 lîreyî dihat firotin, lê wê niha 4,73-4,74 lîreyan bê firotin.
Mazot jî li Stenbol û Îzmirê ji 3.94 lîreyan dihat firotan, lê niha bû 4,00 lîre. Li Enqereyê jî bihayê mazotê ya ku ji 4,00 lîreyî dihat firotin bû 4,07-4,08 lîre.
Bihayê ku saziyên belavkirina sotemeniyê eşkere kir, li gor sazî û bajaran hinekî diguhere.