ÎSTANBUL
Nivîskar Muhsin Kizilkaya der barê encamnameya, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)yê got, "Pêşiyê çekên di dest wan zarokan da wergirin, wan ji xendeqan derxin werin Enqereyê, emê li parlementoyê hemî tiştî digel 60 parlementerên we biaxivin."
Kizilkaya di daxuyana xwe da ji bo nûçegihanê AAyê got, "Danezana KCDyê amanca 'sepandin' û 'rewanîşandana têkoşîna çekdarî' di xwe da digire."
Kizilkaya destnîşan kir ku pêwîst e bi tu şiklî hikûmet van daxuyaniyên bi vî cûrî ciddî nabîne û got, "Ev danezan tê wê wateyê ku yan ditirsin yan jî piştgiriya teror û tundiyê dikin. Ya yekem eger ditirsin, tiştek tuneye ji wan ra bê kirin. Lê ya duyem eger bi rastî vî tiştî pesend dikin, ji xwe pirsgirêkek tê da heye. Wê çaxê divê hikûmet van weke negotî bihesibîne. Jixwe ne tiştên wisa ne ku ciddî werine girtin."
Kizilkaya herwiha got, "We çek daye destê zarokan û ew xistine nav xendeqan û hûn li hêviyê ne dewlet xweseriya demokratîk bide we. Herhal hûn xwe jîr û dewletê jî bêeqil hesab dikin. Cihê çareserkirina pirsgirêkan parlemento ye. Pêşiyê çekên di dest wan zarokan da wergirin, wan ji xendeqan derxin werin Enqereyê, emê li parlementoyê hemî tiştî digel 60 parlementerên we biaxivin."
- "Hêvîdar im ji îro pê da çek bên bêdengkirin û rêya diyalogê vebe"
Alîkarê Rektorê Zanîngeha Kadir Hasê, Hasan Bulent Kahraman jî anî ziman ku bi deklerasyona KCDyê siyaseta kurdan ya li Tirkiyeyê kete serdemeke nû û got, "Belavkirina wê danezanê di vê serdemê da mijar hê jî tevlihev kir. Li pêşiya Tirkiyeyê 2 rê hene. Dikare bi giştî vî metnî red bike yan jî dikare vî metnî weke zemîneke ji nîqaşê ra vekirî bibîne. Lê diyare ê red bike. Ji ber ku ew metin di serdemeke wisa da mijarê hê tevlihevtir dike. Lê eger di serdemeke hê nermtir û aramtir da hatiba belavkirin, dibe ku pozîtif bûya. Ev metin, sistemeke federatîf, eyaletên federe di xwe da digire. Hemî tişt eşkere û vekiriye. Lê dîtina krîtîk ew e, kurd piştî daxwaza federasyonê, di beşa mayî ya Tirkiyeyê da, dixwazin digel tirkan rêveberiyê bikin."
- "HDP kete ser xêzekê ku bi fermanên Qendîlê tevdigere"
Rojnamenûs Avnî Ozgurel jî bal kişand ser gotina Cemîl Bayik ku got, "Ne hewce ye em biya Ocalan bikin. Ew dîl e, girtî ye."
Ozgurel anî ziman ku HDPya ku bi armanca "Tirkiyeyîbûnê" ava bû kete ser xêzekê ku bi fermanên Qendîlê tevdigere û got, "Ew axaftinên Selahattîn Demirtaş ku dema bibû bernamzedê Serokomariyê, dikir, êdî em samîmî nabînin. Selahattîn Demirtaş digot, 'Eger ez bibim Serokomarê Tirkiyeyê ezê li hemî nirxên Tirkiyeyê xwedî derkevim."
Ozgurel herwiha destnîşan kir ku gotinên Murat Karayilan ku digot, "Me xendeq ji bo em Enqereyê li ser maseya diyalogê rûnînin kolan" û gotinên Duran Kalkan ku digot, "Me xendeq ji bo parastina destkeftên gel kolan" bi hevdu ra dijber in.
Ozgurel herwiha di bersiva pirsa: "Gelo lijneyek weke lijneya rûsipiyan, dikare bibe piştgirê nehiştina terorê?" da got, "Hikûmet êdî dibêje ji nuha û pê da ez gel weke mixateb werbigirim. Ji ber vê yekê lijneya rûsipiyan ê xwedîsûd be."
- "HDP her ku diçe ji siyasetê dûr dikeve"
Avakarê Akademiya Aştiyê Îdrîs Kardaş jî diyar kir ku HDP ji benda hilbijartinê derbas bû lê li dijî bendewariyan her ku çû tûndî zêde bû û bal kişand ser "Tirkiyeyîbûna" telafûza HDPê û wiha dewam kir: "Qismekî civakê wisa difikiriya ku di hilbijartina 1ê hezîranê û 7ê mijdarê de divê HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe û bikeve meclisê. Ji du sedemên vê fikrê ya ewil û girîng ew bû ku digotin heke HDP ji bendê derbas nebe û nekeve meclisê wê alozî derbikeve û mijara pêvajoyê wê neçe serî. Sedema din jî ew bû ku dixwestin HDP di nav siyasetê de bimîne û daxwazên xwe bi wê rêbazê bîne ziman û têkiliya xwe ya bi tundiyê re kêm bike. Tabî di encama vê de jî bawerî bi wê gotina Tirkiyeyîbûnê hebû. Di her du hilbijartina de jî HDP ji bendê derbas bû lê ew tiştên ku divê dema derbas nebûya îhtimal bû biqewimin hemû niha diqewimin. Bajar bi dengê tundiyê îro dihêjin ew bombeyên bi destçêkirî yên di hendekan de wê rastî kê bên kes nizane, zarok nikarin biçin mektebê û jiyana rojane serûbin bûye û gelê kurd mala xwe dide pişta xwe û koç dike. Di pirsgirêka kurdî de tesîra tundî û paradîgmaya wê her ku diçe zêde dibe û dibe xwedî hikûm. Ji ber vê jî ew senaryoyên ku dihat texmînkirin heke di bin bendê de bimîne îro derbas bûne jî lê hemû yekoyek îro diqewimin."
- "Heke wê tundî hebe û siyaset tunebe HDP çima heye?"
Kardaş destnîşan kir ku siyasetek, bernameyek û projeyeka HDPê tuneye û partî niha bi mirina gel ve dixwaze xwe xwedîheq nîşan bide û wiha pê de çû: "Li ser cesedê kurdan dixwaze siyasetê ava bike. Navtênada şerê navxweyî dike. Lewra dizane ku siyasetkirin zehmet e. Ew dizanin ku qanîkirin, guftûgo, xeberdan û liberxwedana bêtundî ya pasîf zehmet e. Lê li herêmê dema ji kurdan tê pirskirin ew her tim qala aştî, aramî, hizûr, siyasetkirin û bi hev re jiyînê dikin. Tu kes bawer nake ji vê rewşa ku niha diqewime wê tiştekî bi kêrî kurdan bê derbikeve. Jixwe kurd jî dizanin û wisa difikirin ku bi darê zorê nikarin tu mafekî bi dest bixin. HDP her ku diçe ji siyasetê dûr dikeve û xwe nêzî tundiyê dike. Rêvebirên HDPê daxuyaniyên ku bi kêrî tundiyê tên didin. Şer, tûndî û aloziya ku li herêmê diqewime wek berxwedaneke pîroz nîşan didin û binav dikin. Ev yek sedemên hebûna HDPê jî beredayî dike. Heke wê tundî hebe, şer hebe û siyaset tunebe HDP çima heye? PKKyîbûna HDPê kurd di serî de zirarê dide hemû welêt."
Kardaş bal kişand ser danezana DTKyê ya ku ji 14 xalan pêk tê û qala xweserîbûnê dike de jî got: "Ewilî divê ev bê fehmkirin. Heke xweserîbûn û yan jî rêveberiya xweser bê îlankirin ji bo vê lazim e bi dewletê re lihevkirin pêk bê û ji bo vê jî qanûnên ku hewce dikin bikevin rewacê. Ev yek bi vî awayî mimkun e. Jixwe dema meriv li wan hemû xalan dinihêre dibîne ku ji wan yek hebik jî heta ku bi dewletê re lihevkirin çênebe nakeve rewacê."
Kardaş got ku di nav xalan de daxwaza guherandina makezagonê jî cih digire û wiha axaftina xwe wiha domand: "Ez nizanim evana bi wê dewleta ku şer lê îlan kirine û xendeqan li hemberî wê dikolin re wê çawa bikin. Di nav xalan de tê gotin ku lazim e derên xweser di meclisê de xwediyê nûnertiyê bin. Yanî bi wê dewleta ku nas nakin, pê re şer dikin û qebûl nakin re dixwazin ku bila li Enqereyê nûnertiya herêmên xweser jî bê kirin û hebin. Vê yekê jî bi şer, pevçûn û xendeqan ve dixwazin bikin. Bi taybetî jî di xalekê de dibêje li wan herêmên xweser ewlehî wê bi YDG-Hya baskê PKKê şaxên parastin û asayîşê bên pêkanîn û ewê bi polês û eskeran re bi kordîne bixebitin. Tiştekî ecêb e niha bi polês û eskerên re şer dikin û wan cangorî dikin paşê jî ewê bi wan re bixebitin."
Kardaş ragihand ku heke HDP ji bendê derbas nebûya jî wê ev pirsgirêkên ku niha diqewimin wê demê jî wê derketina meydanê û wiha got: "Tundî ji bo PKKê êdî bûye wek armanc. HDP heta ku mesafeyê neke navbera xwe û tundiyê dibe şirîkê vî sûcê hanê. HDP ji bendê derbas bûye niha di meclisê de ye û xwediyê hêzeke siyasî ye, lê niha tiştên ku dike û halê ku tê de ye merivan şaş û metel dihêle."
news_share_descriptionsubscription_contact
