ERZURUM / VAN
Berfa ku li Herêma Rojhilatê car car dibare dibe sedema tengesiyan.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînê ya Meteorolojiyê hat hildan li seranserê herêma Rojhilatê Anadoluyê wê hewa bi baran û ewr be.
Wisa tê texmînkirin ku germahiya hewayê jî wê li gor demsalê kêm be û ji hêla bakûr ve jî wê ba rabe.
Li herêmê car car berf barî û navenda bajaran bi berfê spî bûn û şêniyên wan deran berfa ber derê mal û dikanên xwe paqij kirin.
Ji ber berfê zarok nikarin baş bimeşin û ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û Şaredariyê ji bo paqijkirina berfa li kuçe û kolanan hewl didin.
-Bişev herî zêde Erdexan sar bû
Li gor daneyên germahiya hewayê ya ku bişev hat pîvandin serma herî zêde li Erdexanê hebû. Erdexan di bin sifirê de 3, Erzirom di bin sifirê de 2, Qers di bin sifirê de 1, Wan, Agirî û Ezircan' sifir, Bidlîs 2, Hekarî û Mûş 3 û Îdir jî 7 pîle bû.
Qalindahiya berfê
Qalindahiya berfê li Qersê 20, li Erdexanê 9, li Erziromê 4, li Agiriyê 3, li Palandoken û Konakliya ku navendên xweşiqitandinê ne 20 û li pîstên etaba duyemîn a navenda Xweşiqidandinê ya Cibiltepeyê jî 80 santêm hat pîvandin.
Ji ber berf, mij û cemedê li ser rêya Erdexan-Şavşat û Erdexan-Posofê çûn û hatin zehmet e.