06 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
ANKARA
Piştî miamaleyên li Ewlehiyê Atalay Demirciyê ku bi destê ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê hatibû binçavkirin, anîn Dadgeha Enqereyê.
Piştî jêpirsîna dozgeriyê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" Demircî sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê ya 4emîn kirin û Demircî hat girtin.
Nivîsên Demircî yên ji ser hesabê wî ya çapemeniya civakî yên bi fitbolîstê berê û parlementer Hakan Şukur û basketbolvan Enes Kanterê ku bi nêzbûna xwe ya bi Fethullah Gulenê serokê FETO re tên naskirin, derketibûn holê.
Atalay Demircî di îfadeya xwe de got ku bi Kanter û Şukur re ji hev re nivîsandine û bi van kesan re carna hevdîtinê dike.
Demircî qebûl kir ku Fethullah Gulen jî nas dike û wiha axivî: "Hin abêyên ku ez nas dikim dema ku min Fethullah Gulen nas kir gotine min ku 'Tu mirovekî taybet î, Xoceefendî ji te hez kiriye heke ne te nedikariya ku tu pê re hevdîtinê bikî."