30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2016
ANKARA
Almanaka sala 2015ah a ku ji arşîva Ajansa Anadoluyê (AA) ya berfireh hat îstifade kirin û hat amadekirin wê di meha rêbendanê de li hemû pirtûkfiroşên bijarte bê firotin.
Îsal gelek bûyerên ku wê di salên pêş me de jî wê bên rojevê û li ser gel pir bi tesîr bûn qewimîn.
AA ji bo agahiyên der heqê bûyer û rûdanên ku li çar aliyê Tirkiye û dinyayê qewimîn peyda bike û wan agahiyan bê alî û rast bi raya giştî re parve bike gelek hewl da.
Qadroya AAyê ji bilî şopandina nûçeyan ji bo di dîrokê de navê xwe jî binivîsîne weke salên berê îsal jî Almanaka 2015an amade kir.
Almanaka ku ji îstifadekirina gelek nûçe, dîmen û wêneyên hat amadekirin bi zimanê tirkî, erebî û îngilîzî hat amadekirin.
Bûyerên ji qada siyasetê bigirin heta hunerê ji wê jî bigirin heta sporê ku li çar aliyê Tirkiye û dinyayê pêk hatin li gor demên qewimîne hatin rêzkirin.
Almanak ji 1ê rêbendanê dest pê dike û heta 31ê kanûnê dewam dike û ev jî ji bo kesên ku meraqdarê arşîvê ne wek çavkanî ye.
- Nêzî 300 wêne tê de hene
Almanak bi piştgiriya hemû edîtoriyên nûçeyan ên AAyê hatin amadekirin û nêzî 300 wêneyên bi qelîte tê de cih digirin.
Di almanaka bi erebî tê weşandin de bûyerên girîng ên ku li erdnigariya ereban qewimîne û di ya bi îngilîzî de jî bûyerên girîng ên ku li DYA û Ewropayê qewimîn hene.
Dîmenên herî baş ên sala 2015an ku nûçegihanên wêneyan ên AAyê kişandibûn jî di almanakan de wê cih bigirin.
Almanaka Ajansa Anadoluyê ku di salên borî de jî hatibû çapkirin û gelek hatibû ecibandin di meha rêbendanê de li hemû pirtûkfiroşên gûzîde wê bê firotin.