22emin Civîna Nirxandin û Îstişareyê ya AK Partiyê dê îsal cara ewil li Afyonkarahîsarê bê kirin. Di destpêka civînê de dê Serokê Giştî û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan biaxive.
Parlementer û endamên AK Partiyê duh êvarê hatin NG Gural Termal Otêla dê lê civîn bê kirin.
Civîn dê bi axaftina vebûnê ya Serokwezîr Erdogan dest pê bike. Di civînê de dê li ser encamên hilbijatinên herêmî yên di 30yê adarê de hatin kirin rawestin û encaman binirxînin. Digel vê dê li ser plana stratejîk ya partiyê ya der barê hilbijartinên Serokomariyê û der barê hilbijartinên pêşerojê de dê hin pêşkêşiyan bikin. Herwiha dê di civînê de hin wezîr jî der barê xebatên xwe de agahiyan bidin. Civîn dê roja şemiyê bi axaftina Serokwezîr kuta bibe.
Ji bilî axaftina vekirin û girtinê dê civîn ji çapemeniyê re girtî bê kirin. Hat ragihandin ku ji bo guhdarkirin nebin tewdîrên ewlehiyê hatin girtin.
Ji bo rojnamegerên dê civînê bişopînin, li ber deriyê otêlê navenda çapemeniyê hat avakirin.