Abdullah Sarica
06 Nîsan 2025•Rojanekirin: 06 Nîsan 2025
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz û heyeta pê ra di çarçoveya 105emîn salvegera damezirandina AAyê da Anitkabir ziyaret kir.
Karagozê ku tevî heyeta ku ji Alîkarên Midûrê Giştî Yusuf Ozhan û Oguz Enîs Peru, Kordînatorê Weşan û Produksiyonan ê AAyê Oguz Karakaş, Kordînatorê Akademî û Weşanê yê AAyê Yahya Bostan û her wiha xebatkarên AAyê pêk tê, çû Anitkabîrê û çelenga ji qerenfîlên sor û sipî ya ku "Ajansa Anadolu" li ser nivîsandî ye, danî ser mozoleya Xazî Mustafa Kemal Ataturk.
Piştî rawestîna rêzgirtinê, Karagoz û yên pê ra wêne dan kişandin.

Serdar Karagoz piştra derbasî Birca Mîsaqa Milî bû û Deftera Taybet ya Anitkabîrê îmze kir û di defterê da wiha nivîsnad:
"Ataturkê Rêberê Mezin ê damezirînerê Ajansa Anadoluyê, ajansa me ya ku te damezirand da ku Têkoşîna Neteweyî ji dinyayê ra ragihîne, îro 105 salî ye. Ajansa me ya di salên ewil ên Komarê da wekî 'Nûçegihana Komarê' kar dikir, îro bi vîzyona 'Nûçegihana Dinyaya Veguherî' va bûye saziyeke çapemeniyê ya li ser asta kurewî.
Wekî Ajansa Anadoluyê me, jenosîda nemirovî ya hikûmeta Îsraîlê ya li dijî Xeta Xezeyê ji hemû hêlan va belge kir û me ji raya giştî ya navneteweyî ra ragihand. Delîl û Şahid a me di vê pêvajoyê da weşand, bû ji çavkaniyên sereke û sûcên şer ên Îsraîlê derxist holê.

Me ligel Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyeyê di Foruma Vejenê ya Stenbolê da lansmana Termînala Vejenê ya Ajansa Anadoluyê kir. Di vê çalakiya navneteweyî da, me ji welatên cuda kesên ku biryarê didin, nûnerên qadê, pispor û her wiha endamên medyaya neteweyî û navneteweyî yên ku qada vejenê ji nêz va dişopînin anî cem hev.
Sala 2024an ne tenê ji bo serkeftina me ya di rojnamegeriyê ya cîhanî da, di heman demê da ji bo razîbûna xebatkaran va jî saleke girîng bû. Di encama nirxandinên şirketa şêwirmendiyê ya xweser Happy Place to Work (HPTW) da me 'Sertifîkaya Tecrubeya Xebata Pir Baş' hilda.
Ji bo ku binesaziya teknolojiyê ya ajansa me xurtir bibe û qada medyayê veguhere, me sala 2024an weke ‘Di Hişê Çêkirî da Sala Pêşketinê' îlan kir. Me bi avakirina şirketa xwe ya Teknolojiyê ya AAyê va pêvajoya veguherîna dîjîtal bileztir kir û drona xwe ya nûçegihaniyê ya TEPEyê çêkir.

Ataturkê Ezîz, Ajansa me ji bilî veberhênanên xwe yên teknolojiyê, bi beşdariya mezintirîn mihrîcana teknolojiyê ya dinyayê TEKNOFESTê va jî serbilind e. Em van ciwanên ku fikra we ya serxwebûnê herî baş fêm kirine bi cîhanê didin nasîn.
Bi vê minasebetê, ez hemû şehîdên me yên ku ji bo îstiqlal û serxwebûna Tirkiyeyê canê xwe feda kirine û di şexsê we da hemû xaziyên me yên ku mirine bi rehmetê bibîr tînim. Bila ruhê we şad be."
