03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
ELAZIG
Ahmet Turkê Serokê berê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê ku derbarê lêpirsîna terorê da hatibû girtin, dadgehê bi merca kontrola edlî biryara serbest berdanê dabû, ji Girtîgeha Tîpa Tyê ya Elezîzê hat tehliyekirin.
Turk dema tehliyebûnê li ber deriyê girtîgehê ji aliyê xizmên xwe partiiyan va hat pêşwazîkirin.
Turk di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan da anî ziman ku erê tehliyebûn xweş e, lê ji ber girtîbûna parlementer û Hevserokên HDPê dilşikestî ye.
Ahmet Turk wiha axivî, "Zêdeyî 70 hevalên me yên şaredar di hebsê da ne. Veqetîna min ji Firat Anliyê ku em di heman qawîşê da bûn zehmet bû. Hêvîdar im li Tirkiyeyê hişmendiyeke aqîlane çêbibe û ev neheqî nahiqûqî ji holê rabin. Raste ez ji ber pirsirêkên minî nexweşiyê hene lê di girtina min da ti sedemeke hiqûqî nîn e."
Piştî axaftinan Turk digel xizmên xwe ji girtîgehê çû.
Hakimtiya Silh û Sizaya Nobedar biryardabû ku bi merca qedexeya derketina dervayî welat û kontrola edlî serbest bê berdan.