Ayşe Şensoy Boztepe
21 Sibat 2023•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) ya Wezareta Navxweyî li wîlayetên ku erdhejên bi navend Kahramanmaraşê bandor li wan kiribû, 300 hezar û 809 kon vedan.
Li gorî daxuyaniya AFADê bi mebesta dabînkirina pêdawistiyên berwext ên erdhejzedeyan, ji destpêka vê rewşê pê ve sewqiyata konan bê navber didome.
AFADê heta niha li 270 xalên cihê yên wîlayetên navborî qadên konan çêkirine û di heman demê de bersiva daxwazên takekesî yên ji bo konan jî dide.
Li herêmê vedana 300 hezar û 809 konan qediya. Di vê çarçoveyê de li Hatayê 69 hezar û 766, li Kahramanmaraşê 66 hezar û 685, li Gazîentabê 49 hezar û 670, li Adiyemanê 45 hezar û 852, li Meletiyê 25 hezar û 380, li Adanayê 17 hezar û 515, li Şanliurfayê 8 hezar û 838, li Osmaniyeyê 7 hezar û 170, li Diyarbekirê 6 hezar û 328 û li Kilîsê jî 3 hezar û 605 kon hatin vedan.