Di ser bûyerên tundiyê yên 6-7ê Cotmeha 2014an ra 7 sal derbas bûn ku li ser banga Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPyê bi behaneya Eynulerebê (Kobanî) alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê dan destpêkirin û tê da 2 polês şehîd ketin û 35 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, di 6ê Cotmeha sala 2014an da bi banga Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPyê ku bi behaneya Eynulerebê kirin va alîgirên YPG/PKKyê li 35 bajar, 96 navçe û 131 cih û warî çalakî û êrîş kirin, rê girtin, barîkat danîn, bi molotofkokteyl, fişekên hewayî, dar û keviran zirar û ziyan dan mal, milk û wesayîtên welatiyan û dewletê.
Di bûyerên tundiyê da 2 polês şehîd ketin, Yasîn Boru û 3 hevalên wî yên ku ji bona Eyda Qurbanê li Diyarbekirê goşt belav dikirin jî di nav da 35 kes hatin kuştin, 435 welatî û 326 jî polês bi tevahî 761 kes birîndar bûn.
Di bûyeran da 37 "biwesf mirov kuştin", 29 "hewla mirov kuştinê" 3 hezar û 777 "zirar dayîna mal", 25 "dîl girtin", 395 "dizî", 15 "talan kirin", 308 "destnadayîna mal û dikanê binpêkirin" 13 "alayên Tirk şewitandin" û 7 jî "muxalefeta li dijî Qanûna Parastina Ataturk" sûc hatin kirin.
Ji ber êrîşên alîgirên rêxistina terorê gelek mal, dikan, dibistan, qursên Qur'anê, navendên çandê, muze û wargeh xisar dîtin.
Dewletê qederê 50 milyon lire da esnafan û maliyeta bûyeran ya ji bona dewletê ji 300 milyon lireyî zêdetir e.
Bûyerên tundiyê zirareke mezin da hizûra herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û ji xeynî mal û can zirareke mezin jî gihîşt turîzm û aboriya herêmê.
- Yasîn Boru û hevalên wî bi hovîtî hatin kuştin
Yasîn Boru û hevalên wî Hasan Gokguz, Ahmet Dakak û Riyat Guneş di Eyda Qurbanê da ji bo goştê qurbanê li hewcedaran belav bikin, dixebitîn û rastî êrîşa komekê ya bi kevir, çek, dar û kêran hatin û xwe sipartin avahiyekê û li qatê sisêyan hatin lînçkirin.
Ciwan ji avahiyê hatin avêtin, êşkence li cesedê wan kirin, bi wesayîtê ji ser cesedê Boruyê 16 salî bû ra derbas bûn û serê Ahmet Dadak bi keviran pelçiqandin. Zarokên ku cesedê wan hatin şewitandin û xistin halê neyên naskirin bi zorê hatin teşhîskirin. Yusuf Erê di bûyerê da bextê wî hebû birîndar xilas bû û ji ber ku hevalên wî bi hovîtî hatin kuştin derûniya wî xirab bû jî li nexweşxaneyeke li dervayê Diyarbekirê hat dermankirin.

- Di bûyeran da 201 dibistan hatin xerabkirin
Ji ber êrîşên alîgirên rêxistina terorê li Tunceliyê 2, li Mêrsinê 3, li Diyarbekirê 34, li Şirnexê 13, li Batmanê 4, li Şanliurfayê 19, li Bidlîsê 8, li Bursayê 2, li Mêrdînê 36, li Mûşê 6, li Stenbolê 11, li Bîngolê 2, li Hekariyê 28, li Sêrtê 13, li Gazentabê 1, li Adiyemanê û li Wanê 18 dibistan zirar dîtin. Dibistan û avahiyên dewletê yên hatin texrîbkirin bi îmkanên dewletê pêşkeş kir va di demeke kin da hatin temîrkirin û ji bo xizmetê hatin vekirin.
- Agir berî muzeyê dan
Di çalakiyên bêdestûr ên li Diyarbekirê hatin kirin da Muzeya Ziya Gokalp bi destê terorîstên PKKyî hat xirabkirin. Wezareta Çand û Turîzmê û Yekîtiya Acentayên Seyahetê ya Tirkiyeyê (TURSAB) protokol îmze kirin û muze restore kirin.
Bi sponsoriya TURSABê va ji bo xebatên restorekirina muzeyê milyonek û 814 hezar lire pere hat xerxkirin kar û barên restorasyonê di sala 2016an da temam bû û ewder bi halê xwe yê herî teknolojîk va teslîmî wezaretê hat kirin.
Wezareta Çand û Turîzmê ji bo teşhîr û tanzîmê milyonek û 490 hezar lire xerc kir û muze dîsa ji bo serdana ziyaretê hat vekirin.
- 386 kes hatin girtin
Ji ber bûyeran der heqê 1600 kesî da lêpirsîn hat kirin, ji 894 şikbarên hatin binçavkirin 386 kes hatin girtin, 244 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
- Dewletê birînên 6-7ê Cotmehê pêçan
Serokwezîriya wê demê ji bajaran ra pere terxan kir û şand, bi wan pereyan va zirar û ziyana welatî û esnafan hat dayîn. Cihên ku di bûyeran da xerab bûn, bi derfetên dewletê hatin temîrkirin.
Ji esnafên bajarên ku bûyer lê derketin ra nêzî 50 milyon lireyî pere hat şandin.
- Doza der heqê kuştina Yasîn Boru û hevalên wî da
Di çarçoveya çalakiyên bêdestûr ên li Diyarbekirê da ji ber kuştina Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gukgûz doz hatibû vekirin û ji 41 kesên di çarçoveya doza da dihatin darizandin jê 16 kes ji ber sûcê "bi hîsên hovî an bi eziyetê kuştin" bi cezayê hepsa miebbedê ku 5 caran hatiye girankirin hatin cezakirin. Herwiha du kes jî cezayê hepsê yê muebbetê yê hatiye girankirin xwarin. 6 zarokên ku di dîroka sûc da emrê wan ji 18 salan kêmtir bû jî her yekî wan 110 sal cezayê hebsê li wan hatin dayîn.
Doza der heqê kuştina Yasîn Boru ji ber ku Boru di dema hat kuştin da ji 18 saliyê biçûktir bû ji nû va hat dîtin.
Daîreya Cezayê ya 16mîn a Dadgeha Temyîzê di daraznameya xwe da bal kişand ser rewşa Yasîn Boru û bibîr xist ku dema ew hatiye kuştin ji 18 saliyê biçûktir bû û cezayê li kiryaran ku ji ber "bi hovane kuştin"ê kêm dît û biryar da ku ev yek li hemberî zarokek hatiye kirin.
Di doza ji nû va hat kirin da li 15 bersûcan ji ber sûcê "Bi hovane û îşkenceyê zarok kuştin"ê cazayeê heta bi hetayê careke girankirî û ji bo 3 kesên di dema bûyerê da ji 18 saliyê biçûktir bûn jî 23 sal caze hat birîn. Berşikekî jî beraet kir.
- Di doza der heqê bûyeran da darizandina 108 berşikan dewam dike
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya der barê bûyerên Kobanê da di 20ê Îlona 2019an da biryar hat dayîn ku Hevserokên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu bên girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya der barê bûyerên Kobanê da parlamenterên HDPyê yên berê jî di nav da der barê 82 şikbaran da di 25ê Îlona 2020î da biryara binçavkirinê hat dayîn. Li 7 bajaran operasyon hat kirin û 20 şikbar hatin girtin. Piştî mehkemeyê ji şikbaran Şaredarê Qersê yê HDPyî Ayhan Bîlgen û Nazmî Gur, Ayla Akat Ata, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Bîrcan Yorulmaz, Bulent Barmaksiz, Can Memîş, Dîlek Yagli, Gunay Kubîlay, Zekî Çelîk, Alî Urkut, Pervîn Oduncu, Alp Altinors, Berfîn Ozgu Kose, Cîhan Erdal û Îsmaîl Şengun hatin girtin, 3 berşik jî bi şertê kontrola adlî hatin berdan.
Der barê bûyerên ji ber hinceta Kobanê di navbera 6-8ê Cotmeha 2014an da çêbûn da, Selahattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag û qaşo hin rêveberên payebilind ên rêxistina terorê PKKyê û her wiha hinek ji wan firarî jî di nav da darizandina 108 berşikan li Dadgeha Cezayê Giran a 22yemîn a Enqereyê dewam dike.
Di îdianameyê da ji ber hemû çalakiyên li tevahiya welêt çêbûn şikar wek berpirsyar tên nîşandan û ji bo hemûyan cezayê hepsê ya heta hetayî ya ku 38 caran hatiye girankirin ji bo wan tê xwestin. Di darizandinê da der barê Ayhan Bîlgen, Berfîn Ozgu Kose, Can Memîş û Cîhan Erdal da li gor hikmên kontrola edlî biryara berdanê hatibû dayîn.