Tirkiye

40 sal e li ser dîroka Anadoluyê dixebite

Rauf Maltaş  | 09.08.2022 - Rojanekırın : 10.08.2022
40 sal e li ser dîroka Anadoluyê dixebite

Şanlıurfa

 Prof. Dr. Gulrîz Kozbeya ku di sala 1982an da dest bi kar û barên arkeolojiyê kir ji wê rojê heya niha li gelek bajarên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê kar kir û berhemên dîrokî derxist meydanê.

Prof. Dr. Kozbeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew sala 1963an da li Îzmirê hatiye dinyayê û di 20 saliya xwe da bi qezenckirina Beşa Arkeolojiê ya Zanîngeha Egeyê va dest bi xebatên akademîk kir.

Di berdewamiya axaftina xwe da Kozbeyê destnîşan kir ku di heman zanîngehê da heya bû profesor karê xwe domand û pisporiya xwe jî li ser çandên Mezopotamyayê birêva bir.

Hîndekara Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Kozbe di heman demê da jî Seroka Konaldina Kelha Rihayê ye û xebatên xwe li herdu ciyan jî didomîne.

Kozbeyê destnîşan kir ku piraniya emrê xwe li zanîngeh û qadên kolandinê derbas kiriye û wiha domand: "Min kolandina xwe ya ewil li Meletiyê kir. Paşê li herêma Elezîzê xebitîm. Gelek salan li Wanê jî min kar kir û der heqê Heyama Hesin a Zû ya Urartiyan da me vekolan kir.

Paşê li Herêma Bendava Ilisuyê ya Diyarbekirê di xebatên xilaskirina berhemên dîrokî da min cî girt û şêwirmendiya zanistî kir. Ji sala 1982an heta 2022an ji heyama min a asîstaniyê bigir û heta îro ku niha profesor im jî min di gelek lêkolîn û kar û barên vekolanê da cî girt.

Kozbeyê destnîşan kir ku di nav hemû kar û xebatên kiriye da nikare yekê derxe pêş û got ku her yek bi taybetiyeke xwe ji bo wê pir girîng in.

Heta teqawidbûnê Kozbe wê li ser karê xwe be û piştî teqawîdbûnê jî ew dixwaze ku têra dilê xwe li cî û warên çandî û dîrokî bigere.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.