MÛŞ
Mucahît Erol, Mehmet Alî Barutçu û Serhat Devrîmê ku di êrîşa terorê ya li Sirûcê de miribûn, li Mûşê hatin definkirin.
Komeke ji HDP, DBPyê li ser xaçerêya rêbejayê bi sloganan ve cinaze pêşwazî kirin.
Hevseroka Giştî ya DBPyê Emîne Ayna li ber qada Şaredariyê axavî û sersaxî da malbatên miriyan û êrîş şermezar kir.
Ayna wiha axivî: "Em niha li Şirnexê, Mêrdînê, Mûşê, Wanê, Hekariyê cinazê şehîdên xwe defin dikin. Ez çi bibêjim, ji vê saetê şûn de tiştekî bê gotin tune. Me guh da malbatan, dilê wan dişewite. Ez çi bibêjim, li ser vê tiştekî ku bê gotin tune. Bes e, ji mirinê wê de tiştek tune."
Piştî axaftina Ayna Erol, Barutçu û Devrîm di goristana Taşoyê hatin definkirin.