TUNCELÎ
Nivîskar-rojnamevan Oral Çalişlar diyar kir ku Tirkiye amadehiya xwe dike ku şerekî mezin yê 30 salan û pevçûnan bi pêvajoya çareseriyê li dû xwe bihêle.
Çalışlar di 2emîn Sempozyuma Dersimê ya Navnetewî de bi serenava "Pirsgirêka Kurd û li Rojhilata Navîn Pêşeroja Kurdan" axaftinek kir û li ser pêvajoya çareseriyê sekinî.
Çalişlar diyar kir ku Tirkiye amadehiya xwe dike ku şerekî mezin yê 30 salan û pevçûnan bi pêvajoya çareseriyê li dû xwe bihêle û wiha got: "Em behsa bûyereke wisa dikin ku ji ber wê bi hezaran mirovên me mirin, bi milyaran dolar hatin xerckirin, bi hezaran gund hatin valakirin û bi milyonan mirovên me bê mal û milk man. Tirkiye çawa dikare heq û huquqê mirovan biparêze û wisa bûyerê çareser bike? Şerta yekem ew bû ku çek bihatana bê deng kirin. Di rewşeke ku çek dihatin bikaranîn de nemûmkun bû ku mirov çareseriyê biaxiviya. ji bo vê ewil hewce dikir ku ev kar bêçek bihata çareserkirin."
Çalışlar diyar kir ku ji serê salê û vir ve gav tên avêtin û der barê pêvajoyê de axivî.
"Divê ez heqê Erdogan nexwim."
Ji Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Dr. Ferdînand Hennerbîchler jî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêvajoyeke cidî hatiye destpêkirin û wiha got: "Erdogan ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bike bi xwe bernameyek amade kir. Ewropayîyan jî nikaribû di demeke wiha kurt de tiştekî wiha bikirana. Mînak pirsgirêka Kibrisê, pêvajoya beşdarbûna YEyê û çareserkirina pirsgirêka kurd, heke ev mijar bên çareserkirin civak dê bikeve rehetiyê û hemû pirsgirêk dê bi hev re bên çareserkirin."
Hennerbîcherê Avusturyayî diyar kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan karên gelek cidî û girîng kirine û got ku "Divê ez heqê Erdogan nexwim."
Rekrorê Zanîngeha Tunceliyê Prof. Dr. Durmuş Boztug moderatoriya sempozyumê kir û ji zanîngehê Alk. Doç. Dr. Alî Kemal Ozcan jî axaftinek kir. Parlamenterê CHPê yê Tunceliyê Kamer Genç jî beşdarî sempozyumê bû.
Hat ragihandin ku axaftinên sempozyumê dê wek pirtûkekê bê çapkirin.