TURKAN TOSÛN / FATÎH GAZÎOGLÛ - ANKARA
Di 16ê Adara 1988an de Saddam Huseyîn li ser Helebçeyê de bombeyên kîmyewî barand û kurdên Helebçeyê qir kirin. Rojnamevan Ramazan Ozturk wêneyê "Şahidê Bêdeng" jî di nav de gelek wêneyên komkujiya Helebçeyê ragihand çar aliyê dinyayê.
Di Komkujiya Helebçeyê de li gor reqamên fermî 5 hezar kes hatin kuştin û ji 7 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Ozturk der heqê wan rojan de daxuyanî da nûçegîhanên AAyê û destnîşan kir ku ji bo qirkirinê divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Dewletên Rojava jî hesab bidin û wiha dewam kir: "Di ser de 26 sal derbas bûn lê hêj jî hesabê Helebçeyê nehatiye dayîn. Helebçe wek bajar hat îlankirin, avahiyên nû lê hatin avakirin, kuçe û kolanên wê hatin çêkirin. Lê ji roja qirkirinê heta îro ez bawer nakim ku şermezariyeke der heqê qirkirinê de hat kirin û yên ku bi rastî berpirsyarê vê komkujiyê ne jî bi tu awayî hesab nedan. Saddam Huseyîn û Kîmyebaran Elî hatin dardekirin lê ew bi tenê ne ji bo qirkirina Helebçeyê hatin dardekirin. Kiryarên komkujiyê ew her du bi tenê nebûn. Divê Amerîka û dewletên rojava jî hesab bidin."
Ozturk axaftina xwe wiha domand: "Di dema şerê Îran-Iraqê de gava ku Saddam li dijî Îranê çekên kîmyewî bi kar anî, Îranê ev yek li kursiyên Neteweyên Yekbûyî anî ziman. Lê raya giştî ya navneteweyî û welatên ku xwediyê raye û bandorê bûn ev kirina Iraqê bi qestî nedîn. Saddam ji wê derê pişt girt û komkujiya Helebçeyê kir. Heke dinya li hemberî çekên kîmyewî yên ku li Îranê hatin bikaranîn wek ker û koran tevnegeriyaba, belkî jî komkujiya Helebçeyê dê neqewimiya. Rejîma Esed jî îro li hemberî sivîl û muxalifan çekên kîmyewî bi kar nedianî, komkujî nedikir."
-Bandora xaza kîmyewî hê jî dewam dike
Ozturk bilêv kir ku bandora xaza kîmyewî ya ku di wê demê de hatibû bikaranîn hê jî li ser mirovan û herêmê dewam dike û wiha pê de çû: "Bi hezaran jin û mêr ji ber wê xazê nikarin bibin xwediyê zarok. Li Helebçeyê ji malbatan sedî 90ê wan di êrîşa bi çekên kîmyewî de merivên wan hatin kuştin. Gelê Helebçeyê hê jî birîndar e û ji bo ku birîna wan bê pêçandin heta niha gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Gelek welat hêj vê qirqirinê wek komkujî qebûl nakin. Qey wanê ku alîkariya Saddam kirin ew nebûn? Bi tenê gunehê welatên rojava tuneye, gunehê welatên ku cîranê Iraqê bûn jî heye."
-"Aqûbeta bi hezaran merivî ne diyar e."
Di wê demê de operasyonên Enfalê jî dewam dikirin û bi hezaran kurd ji ber vê operasyonê direviyan. Ozturk qala wan rojan jî kir û ji bo kurdên wê demê got: "Akûbeta 283 hezar kurdên ku bûn qurbana operasyonên enfalê ya Saddam ne diyar e. Ji bo vê yekê tu lêkolîn nehat kirin, ew kesên ku ji vê zilm û zordariyê direviyan xwe sipartin sînorê Îran û Tirkiyeyê lê her du welatan ji bo ku ew derbasî welatê wan nebin li sînorê xwe têl kişandin. Bi navbeynkariya saziyên Navneteweyî ve hindik kes di qampan de hatin bicihkirin. Ya herî bi jan jî zanî çi ye? Di wê demê de kesên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de birîndar bûbûn li Tirkiyeyê jî dihatin dermankirin. Di wê dema dermankirinê de min wêneyên wan kesên birîndar kişand. Ew wêneyên min li Almanyayê ji aliyê Kovara Qûîckê ve di 2 rupelan de hatin belavkirin. Ji Tirkiyeyê der heqê wan wêneyan de daxuyaniyek hat dayîn. Di wê demê de nûçeyeke ku dibêje çekên kîmyewî hatine bikaranîn di nav raya giştî ya navneteweyî de belav bû û ev yek ji Tirkiyeyê hat pirsîn. Tirkiyeyê jî got 'Na, li ser wan kesên ku li sînorên me tên tedawîkirin û dermankirin şopa çekên kîmyewî tuneye, rast e birîndar in lê ne ji ber çekên kîmyewî.' "
-Senaryoya fîlmê Helebçeyê amade ye
Ozturk bilêv kir ku wî senaryoya fîlmê Helebçeyê nivîsiye lê ji ber nexweşketina Serokomarê Iraqê Celal Talabanî hêj fîlm nehatiyekişandin û wiha dewam kir: "Min di sala 2009an de dest bi vê projeyê kir. Ez bi Serokomar Talabanî re axivîm, wî jî diyar kir ku dê piştgiriyê bidin min. Min senaryo amade kir û ez çûm Kurdistanê. Di meclisê de proje hat lêkolîn û hat qebûlkirin. Wezareta Çandê daxuyaniyek da, hevpeyvîn û nûçeyên min û derheqê projeya min de hatin belavkirin. Paşê Talabanî nexweş ket, hilbijartin bû, navbera Bexda û herêmê xera bû û hikûmet guherî. Lê min hê jî dev jê bernedaye. Hevdîtinên me yên bi sponsoran re dewam dike, yanî dibe ku em di cih de dest pê bikin."
Mahsûn Kirmizigul jî bilêv kiribû ku ewê jî der heqê Helebçeyê de dê fîlmekî çêke û ji ber vê jî di navbera Ozturk û wî de pirsgirêk derketibû. Ozturk ji bo wî jî wiha got: "Mahsûn Kirmizigul teqlîdkar û kopyagirekî gelekî baş e, di hemû xebatên wî de ev tên dîtin. Vî hevalê ku kurdbûna xwe jî qebûl nake, paşe derket û got ez ê fîlmê Helebçeyê bikişînim. Min bertek nîşanî vê tevgera wî da. Helebçe ne malê min ê bi tapo ye, ez nikarim ji tu kesî re qedexe bikim, lê wî ew senaryoya xwe ji ber ya min girtiye û loma ez vê yekê qebûl nakim."
Ozturkê di "Rûniştina Qirkirina Helebçeyê" ya ku bi destê Neteweyên Yekbûyî li Cenewreyê dê bê lidarxistin de nêzî 15 deqîqeyan xeber bide û belgefîlmeke 12 deqîqeyî ya der heqê Helebçeyê de jî li wê derê bide weşandin.
-"Helebçe bila wek komkujiyê bê qebûlkirin"
Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Beşdarvan (KADEP) berê û Endamê Meclisa Partiyê Yuksel Avşar da zanîn ku Helebçe di dîrokê de lekeyek e û wiha pê de çû: "Komkujiya Helebçeyê, qirkirin e. Divê hemû dinya vê yekê wiha qebûl bike."
Avşar a ku piştî komkujiyê çû herêmê û alîkariya ketiyên wê derê kir, bîranînên xwe yên wan rojan wiha rêz kir: "Dema ku qirkirin qewimî hemû dinya li hemberî vê yekê bê deng ma. Paşê bi navginiya Xaça Sor alîkarî gihişt herêmê. Ez vê yekê heta hebim jibîr nakim. Hesasiyet û alîkariya kurdan ku wê demê kir ez heta bi hetayê jibîr nakim. Her kesî li gor xwe dixwest alîkariyê bike. Saziyên alîkariyê yên li çar aliyê dinyayê dereng be jî dest bi şandina alîkariyê kirin. Çend roj piştî êrîşan ez çûm herêmê, şop û rêçên komkujiyê li wan deran hêj nû bûn. Bi taybetî ew birînên ser û çavên mirovan pir giran bûn. Em wek ku ketibin bîreke kûr, wan bedenên ku şewitîbûn dema ku niha jî tên bîra min ez diricifim."
-Operasyonên Enfalê û Qirkirina Helebçeyê
Operasyonên Enfalê di navbera sala 1986-1989an de hat kirin, ji aliyê Baasiyan ve wek "Tevger" ji aliyê Kurdan ve jî wek "Komkujî" tê binavkirin. Li gor çavkaniyên dîrokî di operasyonên Enfalê de ku Serokê Dewleta Iraqê yê wê demê Saddam Huseyîn da destpêkirin, nêzî 150 hezarî meriv hatin kuştin. Di van komkujiyan de hin caran jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn.
Di komkujiya Helebçeyê de 5 hezar kes hatin kuştin û ji 7 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
news_share_descriptionsubscription_contact
