DIYARBAKIR
20 karmendên gumrukê yên ku ji hêla endamên rêxistina terorê PKKyê ve li Wan û Hekariyê hatibûn revandin, li Iraqê serbest hatin berdan.
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku 20 karmendên gumrukê yên ku li Çukurcaya navçeya Hekariyê û Wanê hatibûn revandin, li Iraqê serbest hatin berdan.
Turkdogan got ku karmend li nêzîkî Duhokê serbest hatin berdan û wiha axivî: "Heyeta ÎHDyê karmendan teslîm hilda û ji bo ku bên Tirkiyeyê ji Duhokê rê ketin. Di nav çend saetan de ew ê bigîhîjin Deriyê Sînor ê Xaburê."
Alîkarê Serokê Giştî Racî Bîlîcî jî daxuyand ku ew jî di nav wê heyetê de ye û ew bi rêketine ku bên Tirkiyeyê.