Întera ku di Lîga Fitbolê ya 1ê ya Îtalyayê (Seriya Ayê) da dilîze Mîrandayê lîstikvanê defansê yê tîma Atletîco Madrîdê transfer kir.
Di daxuyaniya ku li ser malpera kûlubê hat weşandin da hat diyarkirin lîstikvanê defansê yê ji Brezîlyayê pêşiyê ji kontrola tenduristiyê hat derbaskirin û paşê peyman îmze kir.
Li gor xeberên ku di çapemeniya Îtalyayê da hatin weşandin, Înterê ji bo lîstikvanê 30 salî 14 milyon ewro pereyê bonserwîsê bide.
Hat îdiakirin ku Înterê Jeîson Murîlloyê ji Kolombiyayê yê lîstikvanê Granadayê jî bi 8 milyon ewro bedela bonsewîsê va kirî.