DİYARBAKIR
Yenî Diyarbakirspora ku di lîga 3yemîn a Spor Totoyê de di koma 3yemîn de cih digire, di pêşbirka li hemberî Denîzlî Belediyesporê de beramber ma û xemgîn bû.
Dîrektorê qulûbê Vedat Tanriverdî diyar kir ku me di pêşbirka Denîzlî Belediyesporê de xweş leyîst, lê em bi ser neketin.
Tanriverdî got ku ji 7 hezarî zêdetir piştgiriyên me hebûn û lê her çend pêşbirk 1-1 beramber qediya, dîsa jî piştgiriyên me em tenê nehîştin û piştî pêşbirkê gazî tîmê kirin û silav dan lîstikvanên tîma xwe û Tanriverdî wiha dewam kir:
"Di pêşbirkê de 3 lîstikvanên me yên ku nû ketin lîstikê baş leyîstin û pir baş jî tekoşîn dan. Lê ji ber bêşensiyê me gola duyem navêt. Ji bo ku em biser neketin em li hemberî piştgiriyên xwe pir xemgîn bûn. Em tîmeke gelek baş in û armanca me ew e ku em bibin şampiyon. Ji ber piştgiriya piştvanên me, em ji wan re sipasdar in. Di pêşbirka peşiya me de em ê vê kêmasiyê telafî bikin."