Spor

"Ya ku lazime em dev jê bernedin divê binesazî be"

Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu got: "Şûna ku li ser jimara biyaniyan biaxivin girîngtir e ku li ser binesaziyê bê axaftin. Ya ku divê em dev jê bernedin divê binesazî be."

21.03.2019 - Rojanekırın : 23.03.2019
"Ya ku lazime em dev jê bernedin divê binesazî be"

Ankara

Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapogluyê ku bu mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) got: "Şûna ku li ser jimara biyaniyan biaxivin girîngtir e ku li ser binesaziyê bê axaftin. Ya ku divê em dev jê bernedin divê binesazî be."

Kasapoglu beşdarî civîna Maseya Edîtoran a AAyê bû û bersiva pirsên di rojevê da ne da û rojevê nirxand.

Ji axaftina Wezîr Kasapoglu hin sernavên derketin pêş ev in:

"Di kampa tîma neteweyî da dînamîzmeke mezin heye. Sînerjiyeke ku bi rahênerê me ra çêbû heye. Ez ji bo siberojê bi hêvî me.

Şûna ku li ser jimara biyaniyan biaxivin girîngtir e ku li ser binesaziyê bê axaftin. Ya ku divê em dev jê bernedin divê binesazî be.

Yildirim Beg piştî heyameke serkeftî ji ber giraniya karên xwe dev ji peywirê berda. Teqdîra wî ye.

Divê neyê jibîrkirin ku pergala VARê ji bo hêsankirina kar û baran tê bikaranîn hakem hêmanê esas e.

Ez wisa bawer dikim ku fitbola Tirkiyeyê ji her cure geşedanê motîve dibe û bi awayekî pozîtîf pêş dikeve û vediguhere.

Divê zelalî û rasyoneliyê derxînin pêş û nêrîna birêvebiriyê ya kuluban bi awayekî gelekî cuda veguhere.

Îro Roja Helbestê ya Cîhanê ye. Şairê me (Îsmet Ozel) di unîteya nexweşînên giran da tê dermankirin. Xwedê şîfayê û emrekî dirêj bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın