Spor

Xelata "Goga Zêrîn" bû ya Messî

Fitbolîstê ji Arjantînê yê Barcelonayê Lîonel Messî xelata Goga Zêrîn a ku didin fitbolîstê salê qezenc kir

Elif Orhan  | 03.12.2019 - Rojanekırın : 05.12.2019
Xelata "Goga Zêrîn" bû ya Messî

Istanbul

Fitbolîstê ji Arjantînê yê Barcelonayê Lîonel Messî xelata Goga Zêrîn (Ballon d'Or) a ku didin fitbolîstê salê qezenc kir.

Di organîzasyona ku ji hêla kovara France Footballê va tê lidarxistin da Lîonel Messî b xwediyê Goga Zêrîn a ku didin fistbolîstê mêr ê herî baş ê salê.

Messiyê 32 salî di kariyera xwe da di salên 2009, 2010, 2011, 2012 û 2015an da dîsa vê xelatê qezencê kiribû û bi îsal ra bû fitbolîstê ku herî zêde Goga Zêrîn qezenc dike.

Messî di sezona 2018-2019an da bi Barcelonayê ra bibû şampiyonê La Lîgayê û 36 gol avêtin. Fitbolîstê Arjantînî di sala 2019an da heta niha bi formaya kulûb û tîma neteweyî 46 caran lîst.

Di dengdayînê da ji Liverpoolê Vîrgîl van Dîjkê Hollandayî bû duyemîn, ji Juventusê Crîstîano Ronaldoyê Portekîzî bû sêyemîn, ji Liverpoolê Sadîo Maneyê Senegalî bû çaremîn dîsa ji Liverpoolê Mihemed Salahê Misrî jî bû pêncemîn.

Ronaldoyê ku pênc caran Goga Zêrîn qezenc kiriye beşdarî merasima xelatê nebû.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.