ÎSTANBÛL
Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê 15ê çiriya paşîn, roja îniyê dê bi Îrlandaya bakûr re pêşbirkeke taybet bilîze. Her du tîm dê li Adanayê bên hemberî hev. Tîma Neteweyî ji bo vê pêşbirkê dê sibê biçe Adanayê.
Tîma Neteweyî sibê di saet 12.00an de ji bo amadehiyên pêşbirka ku dê bi Îrlandaya Bakûr re bilîze diçe Adanayê. Ji ber pêşbirkên Tîmên Neteweyî niha di lîgan de navber hatiye dayîn û vê hefteyê tu pêşbirk dê neyên leyîstin.
Tîm li Stada 5ê Çileyê ya Adanayê roja îniyê di saet 21.00an de dê bên hemberî hev.