Ahmet Aydın
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 09 Nîsan 2019
Di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê de, di fînala stila serbest 57 kîlo de, Suleyman Atli, Muslim Sadulaevê Rûsî têk bir û madalyona zêrîn qezenc kir.
Di organîzasyona ku li Bukarêsta paytexta Romanyayê hat li darxistin de, Suleyman Atli gihişt fînala stila serbest 57 kîloyê û derket hemberê Muslim Sadulaevê Rûsî.
Gulaşvanê millî di fînalê de rikaberê xwe 8-3 têk bir û bû xwediyê madalyona zêrîn qezenc.
Suleyman Atli di mezinan de, yekemîn şampiyonaya Ewropayê bi dest xist û di pêşbirka xwe ya yekemîn de Zoheir El Quarraqeyê Fransî 11-0, di fînala çaryekê de Mahî Amiraslonovê Azerbaycanî 6-3 û di nîvefînalê de jî Georgi Valentinov Vangelov Bulgar 8-4 têk biribû û gihiştibû fînalê.