Real Madrîdê ji bo 6 salan bi berdêla 100 milyon ewroyî Baleyê 24 salî daxilî kadroya xwe kir. Ronaldoyê fitbolîstê Real Madrîdê jî di radyoya Barcelonayê de axivî û him rewşa Bale û him jî rewşa Neymarê ku Barcelonayê daxilî kadroya xwe kir nirxand.
Ronaldo ji bo Bale got: "Bale çi dema ku nexweş bileyîze dê alîgir wî 100 milyon ewroyî bînin bîra wî, ev jî tiştekî pir asayî ye. Pêşniyara min ew e ku bila Bale li ser vê mijarê zêde nesekine. Di her pêşbirkê de lazime ku bi performanseke baş bileyîze."
Ronaldo der heqê Neymarê Brezîlyayî yê ku tîma Barcelonayê ew bi berdêla 57 milyon ewroyî daxilê kadroya xwe kir jî nêrînên anî ziman.
Li gor Ronaldo, Neymar di tîma "Qatalanan" de dê bibe fitbolîstekî baştir.
Ronaldo ji bo neymar jî got: "Neymar him li Ewropayê û him jî di tîma Barselonayê de dîleyîze, ev rewş ji bo wî firsendek e. Ji ber ku dê bi Messî re jî bixebite dê bibe fitbolîstekê hê baştir."