Şenhan Bolelli
07 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2023
Real Madrîdê Arda Gulerê ku ji Fenerbahçeyê transfer kir û pê ra ji bo 6 salan peyman îmze kir, da nasandin.
Real Madrîdê li tesîsên xwe yên li bajarê Madrîdê li herêma Valdebebasê bi reyaderên Real Madrîdê û malbata Arda Guler ra ji çapemeniyê ra girtî bernameya nasandinê li dar xist.
Arda Gulerê gelek kelecanî bû di axaftina xwe da got, "Îro di heyata min da roja herî xweş e. Sipasiya her kesî dikim."
Di destpêka nasandinê da ji bo Arda Guler vîdeoya hatibû amadekirin nîşan dan ku gava di Fenerbahçeyê û Tîma Neteweyî ya Ayê da gol diavêje.
Serap Gulera diya Arda Guler hêstir barand.