ANKARA
Di hefteya 29emîn a Lîga Yekemîn a Fitbolê ya Îspanyayê (La Lîga) Real Madrîdê di seheya xwe de Granada 9-1 têk bir.
Tîma Real Madrîdê bilez dest bi pêşbirka li Stada Santiago Bernabeûyê kir û di deqeya 25emîn de bi gola Gareth Bale ve 1-0 ket pêş. Stêrkê Portekîzî yê Real Madrîdê Cristiano Ronaldo di deqeya 31, 36 û 38emîn de anku di 8 xulekan de hat-trick kir û skora dewreya yekê kifş kir: 4-0
Golên din ên Real Madrîda ku heta dawiya pêşbirkê lîstika xwe ya bi bandor domand, di xuleka 52 û 56emîn de Kerîm Benzema, di 54 û 89emîn de dîsa Ronaldo û di xuleka 83yemîn de jî lîstikvanê Granadayê Diego Mainz avête qeleya xwe. Yekane gola Granadayê ya di pêşbirkê de jî di xuleka 74emîn de Robert Ibanez avêt.
Ronaldoyê ku di karîyera xwe de cara yekê di pêşbirkekê de 5 gol avêt, hejmara tevahiya golên xwe yên lîgê derxist 36an û di hevrikiya şahê golan de Lionel Messiyê ji Barcelonayê li dû xwe (32) hişt û dîsa hejmara hat-tricka xwe ya di La Ligayê de derxist 24an û gihîşt Messî. Di kariyera Real Madrîdê de jî Ronaldo cara 28emîn hat-trcik kir û hejmara xwe gihand Alfredo dî Stefanoyê ku yek ji efsaneyê klûbê ye.
Tîma Îspanyol ligel vê skorê dîsa jî xalibiyeta herî cuda ya di dîroka lîgê de dubare nekir. Nûnerê paytextê di lîgê de di sala 1959an de Las Palas 10-1 û di sala 1960î de jî Elche 11-2 têk biribû û gihîştibû 9 ferqan.
Real Madrîdê bi vê xalibiyeta xwe ve pûanê xwe derxist 67an û li dû Barcelonayê rêza xwe ya duyemîn parast.