Fitbolîstên Fenerbahçeyî ji bo golên nû, êrîşa xwe ya li ser qeleya Gazîantepsporê zêdetir kirin. Bi van hewlan ve Sow di deqîqeya 39emîn de gola tîma xwe avêt. Piştî vê tu gol nehatin avêtin û nîva ewil a pêşbirkê Fenerbahçeyê 2 - 0 li pêş qedand.
Di deqîqeya 75emîn a pêşbirkê de, Stîlîcê Gazîantepsporî gol avêt qeleya Fenerbahçeyê û skor bû 2 - 1.
Emenîke gola dawîn a pêşbirkê di deqîqeya 86emîn de avêt û Fenerbahçe 3 - 1 li pêş ket.
Ji bilî van di pêşbirkê de tu gol nehatin avêtin û Fenerbahçe 3 pûanên xwe wergirt û serkeftina xwe ya di komê de didomîne.