ANTALYA
Di hefteya 12emîn a Lîga Super a Spor Totoyê de Fenerbahçeyê bi Medîcal Park Antalyasporê re li deplasmanê leyîst û maç 2-1 qezenc kir.
Fenerbahçe di deqîqeya 5an de bi gola Webo bi pêş ket. Di deqîqeya 44an de Medîcal Park Antalyasporê bi gola Dîarra beramberî bi dest xist û maç nîvî bû. Di nîvê duyem de, di deqîqeya 90an de Fenerbahçe bi gola Sow dîsa bi pêş ket û maç 2-1 bi serkeftina Fenerbahçê qediya.