Spor

Fenerbahçe û Ajax wê bên hemberî hev

Fenerbahçeya ku di Koma Ayê ya Lîga Ewropayê ya UEFAyê de cih digire wê bi Ajaxê re bê hemberî hev.

04.11.2015 - Rojanekırın : 04.11.2015
Fenerbahçe û Ajax wê bên hemberî hev

İstanbul

ÎSTANBUL

Fenerbahçeya ku di Koma Ayê ya Lîga Ewropayê ya UEFAyê de cih digire sibê wê bi Ajaxa tîma Hollandayê re bê hemberî hev. Pêşbirk di saet 21.00ê de wê bê lîstin.

Nûnerê Tirkiyeyê yê ku di komê de bi 4 pûanan ve di rêza duyemîn de dixwaze li hemberî Ajaxa ku bi tenê 2 puanê wê heye bi ser keve û avantajê bi dest bixe.

Fenerbahçe di pêşbirka xwe ya ewil de li hemberî Moldeya tîma Norwêcê 3 û 1 têk çûbû, bi Celtîcê re jî 2 û 2 beramber mabû. Di pêşbirka ku li Stenbolê bi Ajaxê re hat kir de bi gola deqîqeya dawîn ve pêşbirk 1 û 0 qezenc kir. 

Ajaxê jî di komê de tu pêşbirk qezenc nekir, bi Celtîc û Moldeyê re jî beramber mabû.

Hakemê pêşbirka Ajax û Fenerbahçeyê jî Lîran Lîany e û ew jî bi eslê xwe ji Îsraîlê ye. Pêşbirk li gor saeta Tirkiyeyê wê di saet 21.00ê de dest pê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın