KAHRAMANMARAŞ
Rahênera jin a yekemîn a Kahramamaraşê digel mêrê xwe, salek berê tîmeke jinan a bi navê Maraşgucuspor ava kir. Tîma ku ava kir, di demeke kurt de gihişt asteke baş.
Ji ber tunebûnê keçan, carinan bi xercaniyên xwe carinan bi alîkariya mamosteyên xwe pêdiviyên xwe bi cih anîn û beşdarî pêşbirkên deplasmanê bûn. Her wiha tîm, di Şampîyonaya Fitbolê ya Keçên Ciwan de ket rêza çaremîn.
Serokê Kûlubê Mûstafa Dagli ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku tu kes piştgirî nedaye wan, ew bi rêk û pêk xebitîne û bi ser ketine.
Dagli da zanîn ku ev dereceya ku wan bi dest xist bi tenê nîşaneya serkeftina wan nîne, ya bajarê wan e jî. Dagli got: "Me di sala duyemîn de serkeftineke mezin bi dest xist. Em bi vê serkeftina şanaz û serbilindin."
Ji fitbolîstan Emîne Polatê bi bîr xist ku di nav 120 tîman de ketine rêza çaremîn û got: "Derfetên me tunene. Em bi bawerî û xebata xwe bi ser ketin. Lê em niha ji mezinên welêt alîkariyê dixwazin. Heke li me xwedî derbikevin em dê serkeftinên mezintir bi dest bixin."