ANKARA
Di Lîga şampiyonan a UEFAyê de piştî Real Madrîdê Atletîco Madrîd jî bû fînalîstê duyemîn. Di pêşbirka rovanşa nîvefînalê ya Şampiyonên UEFAyê de tîma Spanyayê Atletîco Madrîd tîma îngilizan Chelseayê 3-1 têk bir û derket fînalê.
Di deqîqeya 6emîn de Azpîlîcueta golek avêt û encam bû 1-0.
Di deqîqeya 44emîn de Adrîan Lopez golek avêt û encama pêşbirkê bû 1-1.
Piştî vê beranberiyê di deqîqeya 59emîn de penaltî çêbû û Dîego Costa di deqîqeya 61emîn de ji penaltiyê golek avêt û 2-1 tîma xwe pêş xist.
Arda Tûran di deqîqeya 72emîn de golek avêt û pêşbirk 3-1 qediya.
Di nîvefînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de ji Almanyayê Bayer Munîh bi nûnerê Spanyayê Real Madrîdê re hatibû hemberî hev. Real Madrîd a ku mêvanê reqîbê xwe bû bi 2 golên Sergio Ramos û bi 2 golên Crîstîano Ronaldo ve reqîbê xwe 4 û 0 têk biribû û bi vê skorê bibû fînalîstê ewil ê Lîga Şampiyonan.
Pêşbirka fînala Lîga Şampîyonan a UEFAyê ya di navbera Real Madrîd û Atletîco Madrîdê de dê di 24ê gulanê roja şemiyê de li Lîzbona paytexta Portekîzê bên hemberî hev.
Her du tîmên spanyayê di pêşbirka fînala Lîga Şampîyonan a UEFAyê de, 24ê gulanê roja sêşemiyê li Lîzbona paytextê Portekîzê dê bên hemberî hev.