ANKARA
Di Lîga Super a Spor Totoyê de derbiya dawîn a salê di navbera Beşîktaş û Fenerbahçeyê de li Stada Şukru Saraçoglûyê hat lîstin û pêşbirk 3-3 bi beramberî qediya.
Di deqîqeya 9an de Beşîktaş bi gola Olcay 1-0 bi pêş ket. Di deqîqeya 12an de Emenîke gola tîma xwe ya ewil avêt û skor bû 1-1. Meirelesê Fenerbahçeyê di deqeya 30î de qerta sor hilda û ji maçê derket. Fenerbahçeya ku 10 kes ma, di deqeya 37an de bi gola Sow bi pêş ket. Beşîktaş bi her du golên Almeîda nîvê yekem 3-2 bi pêş qedand. Di nîvê duyem de deqîqeya 83yan de Kûyt encama pêşbirkê kifş kir û pêşbirk 3-3 bi beramberiyê qediya.