Bozhan Memiş
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Cristiano Ronaldoyê yarîzanê stêrk ê Portekîza di 16 turên dawîn ên Kupaya Cîhanî FIFA 2026an da li hemberî Îspanyayê 1-0 têk çû û ji kupayê ket, diyar kir ku di fitbolê da serketin û binketin jî heye û her wiha wijdana wî rihet e.
Ronaldo piştî milmilaneya li Stada Dallasê, daxuyanî dan mensûbên çapemeniyê û diyar kir, ji ber têkçûnê ew pir xemgîn e.
Ronaldo bal kişand ku kêfa tu kesî bi têkçûnê ra naçe û wiha dewam kir, "Ez hesteke wek ya duh dijîm. Kêfa kesî bi wê yekê ra naçe ku ji turnuwayê bikeve. Lêbelê ev jiyana yarîzanekî ye, mirov carna bi ser dikeve, carna jî li bin dikeve. Wijdana min rihet e, dilê min fireh e."
Ronaldo pirsa gelo kariyera xwe ya Tîma Neteweyî ya Portekîzê bi dawî kir yan na jî bersivand û wiha got, "Ez biryarên jinişkêva nastînim. Ji bo min dem heye ku bifikirim, bi malbata xwe ra biaxivim, jêketina Portekîzê û rewşa xwe ya şexsî analîz bikim. Ez li bendê me rahênerî teknîkî veqete, ji xwe wî bi xwe ev yek ragihand."
Ronaldo bal kişand ku ew ê kariyera xwe ya fitbola aktîf bi dawî neke û her wiha spasiya alîgirên Erebistana Siûdî kir û wiha got, "Ez dizanim li cem min in. Hemû jî heyranên min ên mezin in. Bira wiha bin lewra Cristiano dê îro kariyera xwe bi dawî neke."