MANÎSA
Di Lîga Super a Spor Totoyê de di hefteya 9emîn de Akhîsar Belediyespor, Beşîktaşê ezimand.
Akhîsar Belediyespor, nîva ewil a pêşbirkê li hemberî Beşîktaşê 3 - 2 li pêş qedand.
Gola ewil a pêşbirkê ji Beşîktaşê hat lewra Olcay Şahan di deqîqeya 17emîn de gola tîma xwe avêt û Beşîktaş 1 - 0 li pêş ket.
Akhîsar Belediyesporê jî bi Brûno ve di deqîqeya 24emîn de bersiva vê golê da û skor bû 1 - 1. Di deqîqeya 35emîn de Brûno xwe dîsa nîşan da û him gola xwe ya duyemîn û him jî ya tîma xwe avêt û Akhîsar Belediyespor 2 - 1 li pêş ket. Gola Akhîsarê ya dawîn jî di deqîqeya 37emîn de ji Bîlal Kisa hat û skor bû 3 - 1.
Sê deqîqe piştî vê golê Beşîktaşê bi Ogûzhan Ozyakûp ve bersiv da û bi vê golê ve Akhîsar Beledîyesporê nîva ewil a pêşbirkê 3 - 2 li pêş qedand.
Di nîva duyemîn a pêşbirkê de bi tenê golek hat avêtin. Di deqîqeya 54emîn de ji Beşîktaşê Almeîda bi serî gok şand qeleya Akhîsar Beledîyesporê û di pêşbirkê de 3 - 3 beramberî çêbû.
Piştî vê golê di pêşbirkê de tu gol nehat avêtin û bi vê beramberiyê her du tîman jî pûanek wergirt.