09 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ÎSTANBÛL
Ezîze Aya 49 salî ku fitbolîsta bilîsans a Diyarbekirsporê ye qulûba Fenerbahçeyê ziyaret kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji Qûluba Fenerbahçeyê hat kirin, Ezîze Ay li Tesîsa Can Bartû, qûluba Fenerbahçeyê ziyaret kir. Di ziyaretê da Serok Azîz Yildirim bi Ayê re eleqedar bû.
Hat ragihandin ku Ezîze Aya 49 salî ku fitbolîsta bilîsans a Diyarbekirsporê ye heyeta Teknîk a Fenerbahçeyê nas kir û bi wan re antreman kir.