16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Di çarçoveya "Xelatên Sitêrkên Salê" ya ku îsal ya 15an tê dayîn da xelata "Wezîrê Salê" dan Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr.
Ji ber ku Asim Taşerê zavê wî yê serokê berê yê Weqfa Belavkirina Îlmê miribû Kurtulmuş nehatibû merasima ku bi destê Ekovîtrîna kovara aborîyê hat lidarxistin, ji bo vê jî xelata wî îro hat teqdîmkirin.
Serokê Lijneya Rêveberiya Ekovîtrîna Koma Medyayê Kamuran Abacioglu li Navenda Kongreyê ya Halîcê xelat da Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr.
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn, Endamê Lijneya Rêveberiya Ekovîtrîna Koma Medyayê û Midûrê Weşana Gişkî yê Ekovîtrînê Bîlal Koçak û Şeref Ozatayê Alîkarê Serokê Lijneya Rêveberiya Ekovîtrîna Koma Medyayêjî beşdarî merasima xelatdayînê bûn.