Önder Beyter
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2019
KARS
Li Qersa ku qedera 6 mehan di bin berfê da ye, welatî di şert û mercên dijwar da heywanên xwe alif dikin û dibin ser avê.
Li Arpaçaya navçeya Qersê li gundê Kuyucukê ku vê axiriyê lê gelekî berf barî û bi şev germahî di bin sifirê da berjêrî heya 21 pileyan dibe, welatiyên ku dewar û pez xwedî dikin, serê sibehê zû radibin û heywan alif dikin.
Welatî serê sibehê radibin, pêşiyê debarê tînin dirûngeyê û dû ra jî devê gom û tewleyan vedikin û pez berdidin ser dirûngeyê. Xelkê gund ligel ku karekî zehmet e, lê ji xwedîkirina pez û dewaran hez dikin û şixulê xwe bi hewas dikin.
Gundî ji bo ku pez av bidin jî berfa di rêya kaniyê da davêjin, rê vedikin û wisa pez û dewar dibin û av didin.
Hîkmet Aydin ku pez xwedî dike, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew 6 mehan di bin berfê da dijîn û wiha dewam kir, "Dema berf dikeve, em rê vedikin û pez dibin ser kaniyê ji bo avdanê. Ji berê da em vî karê zehmet dikin û em gelekî diwestin."
Aydin bal kişand ku hewa pir sar e û wiha dewam kir, "Gava em dixebitin em diwestin, ka em çi bikin deriyekî me yê din ê dahatê tuneye. Em neçar in vî karî bikin."
Jina Hîkmet Aydin, Sevîm Aydinê jî bal kişand ku di sir û sermayê da alifkirina pez pir zehmet e û wiha dewam kir, "Ji bo ku mêrê min li ber dirûngeyê necemide, ez jê ra çay çêdikim û alîkariya wî dikim. Em bi hev ra dixebitin da ku karê hev sivik bikin."