Nihat Kavşut
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 25 Hezîran 2018
MALATYA
Wezîrê Gumruk û Ticaretê Bulent Tufenkcî: "Yên ku siyanetê nîşanî îradeya gel nadin ji ser Ajansa Anadoluyê da li hincet û behaneyan digerin."
Wezîrê Gumruk û Ticaretê Bulent Tufenkcî der barê êrîşên dijî Ajansa Anadoluyê da diyar kir yên ku siyanetê nîşanî îradeya gel nadin ji ser Ajansa Anadoluyê da li hincet û behaneyan digerin.
Tufenkcî destnîşan kir ku divê CHP siyanetê nîşanî îradeya gel bide û wiha got: "Armanca Ajansa Anadoluyê ew e ku encaman ji hel ra ragihîne. Encamên hilbijartinê li Lijneya Hilbijartinê ne."