Haydar Şahin
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
ANKARA
Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva diyar kir ku Jean Claude Junckerê Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) dev ji xuyê xwe bernade û wiha axivî: "Bi van daxuyaniyên li ser îdiayên Rûm û Yewnanan ên ji bo Behra Sipî rayedarên YEyê pêbawerbûna xwe her diçe winda dikin. Em van daxuyaniyên bêbingeh û bêcidiyet red dikin."
Aksoy bersiv da pirseke der barê axaftina Juncker a li Parlementoya Yewnanistanê da.
Aksoyê Berdevk got ku Junckerê Serokê Komisyona YEyê dev ji xuyê xwe bernade û wiha axivî: "Bi van daxuyaniyên li ser îdiayên Rûm û Yewnanan ên ji bo Behra Sipî rayedarên YEyê pêbawerbûna xwe her diçe winda dikin. Em van daxuyaniyên bêbingeh û bêcidiyet red dikin."
Hamî Aksoy got ku Juncker ji bo 2 leşkerên li Edirneyê ji ber derbasî herêma qedexekirî bibûn û hatibûn derdestkirin dibêje ku "Dibê teqez werin berdan", ev beyan merivan şaş û metel dike û wiha pê da çû: "Ji bo leşkerên Yewnanistanê yên ku derbasî herêma leşkerî ya qedexekirî ya Tirkiyeyê bibûn daraza serbixwe cudahiyê nake. Ji aliyekî va dibêjin dewleta hiqûqê ji aliyên din ra jî daxuyaniyên ku midaxeleyî pêvajoya darazê dikin didin, ev durûtî ye û em vê şermezar dikin."