Abdullah Tel
10 Îlon 2018•Rojanekirin: 11 Îlon 2018
ANKARA
Walîtiya Enqereyê ji bo îdiayên "li navçeya Mamakê nexweşiya hebreşkê hatiye dîtin" ragihand ku ew îdia ji rastiyê dûr in.
Der barê îdiayê da Walîtiyê daxuyanî weşand û destnîşan kir ku ji ser hin hesabên medyaya civakî, sazî û dezgehên çapemeniyê îdiaya "li navçeya Mamakê nexweşiya hebreşkê derketiye holê" hat parvekirin.
Hat gotin ku di xebat û lêkolînên 9ê îlonê li navçeya Mamakê hatin kirin da tu weqaya nexweşiya hebreşkê nehat tespîtkirin û li saziyên tendûristiyê jî bi vê gilîdariyê tu serlêdan nehatiye.
Di daxuyaniyê da ji welatiyan hat xwestin ku bila ji îdiayên wiha bêbingeh bawer nekin û li gor daxuyaniyên ku meqamên rayedar didin, tevbigerin.