26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2016
ANKARA
"Tunêla Îstiqlalê ya 15ê Tîrmehê ya Ilgazê" ku li Çiyayê Ilgazê hat çêkirin, îro vedibe.
Tê payîn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim beşdarî merasima vekirina tunêlê bibin. Ji ber ku wesaît zivistanê li Çiyayê Ilgazê zehmetiyê dikşînin, vekirina tunêlê wê ji bo şofêran baş bibe û wê kêrî tûrîzmkar û esnaf jî were.
Tunêl di navbera Navenda Anadoluyê û Rojavayê Behra Reş da ye û çêkirina wê di 2012an da dest pê kir. Bilindahiya çiyê hezar û 875 mêtre ye.
Tunêl du çavî ne û devê tunêlê şibandine "devê semasiyê". Çaviyek 5 hezar û 370, çaviyek jî 5 hezar û 391 mêtre ye. Çiyayê Ilgazê timî bi qezayan tê rojevê, lê piştî vekirina vê tunêlê çûyîn û hatin wê zûtir be û ewletir be.
- Dê dirêjtirîn tunel be ku ji trafîqê ra vekirî ye
Piştî vebûna tunelê dirêjahiya rêya Çiyayê Ilgazê ku 16,8 kilomêtro ye, dê 5,4 kilomêtro kin be û berjêrî 11,4 kilomêtroyan bibe.
Maweya bihurîna rêya Çiyayê Ilgazê ku di şertên asayî da 35 deqîqe ye dê berjêrî 8 deqîqeyan be. Piştî ku tunel vebû dê nasnavê "dirêjtirîn tunel ji trafîqa ra vekirî" werbigire.
Tê pêşbînîkirin ku bi saya tunelê salane dê di maweya seyahatê da 345 hezar û 655 saet, di şewitandina sotemeniyê da jî 8 milyon û 300 hezar litre teserûfê were kirin. Herwiha tê texmînkirin ku tunelê 38 milyon û 200 hezar lire bi kêrî aboriyê were.
Têketina tunelê dişibe "devê segmasî"
Piştî ku bikeve fealiyetê, wesayît dê ji têketin û derketina tunelê ku dişibin "devê segmasî" derbas bibin.