Türkan Tosun
07 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
TRT Erebî bi rûyê xwe yê nû û polîtîkaya xwe ya weşanê ya nû va îro dest bi heyama nû ya weşanê dike.
Kanal di 4ê Nîsana 2010an da ava bû ku xwe bigîhîne erdnigariyeke 350 milyon nifusî.
TRT Erebî polîtîkaya xwe ya weşanê guherand, li Quds, Bexda, Tehran, Beyrûd, Umman, Kahîre, Londra, Moskova û Washîngtonê nûnertî ava kir ku li van deran geşedanên dinyayê li cihê xwe bişopîne.
Armanca kanalê ew e ku him teknolojiya modern bîne studyoyên xwe û hîm jî di weşanên xwe da vê teknolojiyê bi kar bîne.
Kanal dixwaze bi nûçegihaniya dîjîtal va weşanên xwe bidomîne.
TRT Erebî bi koordînatoriya Resul Serdar Ataş polîtîkaya xwe ya weşanê, xebatkar û pêşkeşvanên xwe yên li ser ekranê nû kirin, li 21 welatên Ereban jî gelek rojnamevanan hilda kar.
Di kanalê da ji bilî bernameyên nûçeyan, belgefîlmên der barê erdnigariya Ereban û Rojhilata Navîn da jî wê bên weşandin.
Armanceke kanalê jî ew e ku Tirkiye li giştiyê dinyayê zêdetir bê nasîn.