22 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
İSTANBUL
Hat ragihandin terorîstê ku beşdarî êrîşa bi çeka lawê ya dijî Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê û Serokatiya Parêzgehê ya AK Partiyê bû, hat girtin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê û yên Şaxa Îstixbarata Stenbolê piştî êrîşên terorê yên dijî Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê û Serokatiya Parêzgeha Stenbolê ya AK Partiyê, ji bo desteserkirina berşik an jî berşikên ku beşdarî êrîşên bûn, dest bi xebatê kirin.
Piştî xebata îstixbaratê, şopandina teknîkî û berhevkirina delîlan, polêsan ji bo desteserkirina endamê DHKP-Cyê Şerîf T ku tê îdiakirin beşdarî êrîşên terorê bû, li Stenbolê operasyon birin ser 15 adresên cuda.
Hat tespîtkirin berşikê ku li adresan nehat dîtin, derketiye dervayê bajêr. Şerîf T. li Tekîrdagê di operasyona ekîbên polêsan da hat desteserkirin.
Di vê navberê da hat diyarkirin ku duhê li Esenyurtê berşikê ku gule berda ekîba polêsan û paşê ji ciyê bûyerê baz da jî Şerîf T. ye.