11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Suheyla Dîleka ku ji Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê çû Bismila navçeya Diyarbekirê û li cem xwîşka xwe ma di ezmûna TEOGê ya heyama duyem da hemû pirsan rast bersivand û di nav yekemînên Tirkiyeyê da cî girt.
Suheyla Dîlek ji ber bûyerên li Nisêbînê dê, bav û xwîşk û birayên xwe hişt û çû cem xwîşka xwe ya ku li Bismilê mamoste ye.
Dîleka ku mala xwe terikand û hat cem xwîşka xwe di di ezmûna TEOGê ya heyama duyem da hemû pirsan rast bersivand û di nav yekemînên Tirkiyeyê da cî girt.
Dîleka ku di nav yekemînên Tirkiyeyê da cî girt daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku tu wextê bêhevî nebûye û dersê xwe guhdar kiriye û rojane 4 saet xebitiye.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bismilê Aydin Ak jî destnîşan kir ku wê serkeftina Dîlekê ji bo xwendekaran bibe mînak û wiha got: "Suheyla Dîlek li dibistana me tevlî qursên TEOGê bû û xebitî. Di demeke kurt da xwe pêş xist û di TEOGê da hemû pirsan bersivand û di nav yekemînên Tirkiyeyê da cî girt."