08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
SEUL
Serokê DYAyê Donald Trump li Meclisa Neteweyî ya Koreya Başûr axivî û der barê Koreya Bakur û rêvebiriya Pyongyangê de wiha got: "Me biçûk nebînin û neceribînin."
Trump di gera xwe ya Asyayê de li Seula paytextê Koreya Başûr di Meclisa Neteweyî de axivî.
Der barê Koreya Bakur ya ku ji hêla Kîm Jing-un va tê rêvebirin de Trump got rewşa wan wisa ne baş e û wiha axivî: "Xebatkarên hikûmetê jî terka welat kirine û xebata li dervayî welêt a wek koleyan razî bûne. Şûna ku li Koreya Bakur bijîn koletiyê jî qebûl dikin. Tu kes vê jiyana wek cehenemê heq nake. Gelê Koreyê ji birçînan dimre."
Ji bo rêvebiriya Kîm Trump got dîktatoriya zalim û got ew mafan bin pê dikin, gendeliyê dikin û bi zor û zextê aştiyê dixwaze.
Trump got ji bo ku rewşa xirab a li hundirê welêt bide jibîrkirin û balê bikşîne li cihekî din rêvebiriya Pyongyangê dixwaze li dervayî welêt pevçûnan bike û wiha got: "Me biçûk nebînin û hêza me neceribînin."
Di nav 25 salên dawîn de Trump yekem Serokê DYAyê ye ku çû ziyareta Koreya Başûr.
Trump ewil baregeha leşkerî Camp Humpshreyê ziyaret kir û paşê bi Serokê Koreya Başûr Moon Jae-în re hat bal hev.
Herdu Serok li ser Koreya Bakur û têkiliyên bazirganiyê ya di navbera herdu welatan de axivîn.
Trump îro wê here Pekîna paytextê Çînê. Piştî Çînê Trump wê here Vîetnam û Filipînan.