23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 25 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Futbolîstê navdar ê Portekîzê Crîstîano Ronaldo di pêşbirka dawîn a di 15emîn Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê (EURO 2016) de 2 gol avêtin û navê xwe di dîroka turnuvayê de da nivîsand.
Ronaldo herdu pêşbirkên ewil de nikaribû ku qeleparêzên reqîb têk bibe, lê ji bo ku rekora xwe pêşve bibe di pêşbirka şampiyoniyê de 2 gol avêt. Bi vê serkeftinê ve him rekorek bi dest xist û him jî tîma xwe derxiste tureke pêş.
Di pêşbirka Portekîz û Macaristanê de Ronaldo di deqîqeya 50emîn û 62emîn de 2 gol avêt û navê xwe di dîroka turnuvayê de da nivîsand.
Crîstîano Ronaldo heke di turnuvayê da golekê dîsa biavêje wê futbolîstê frensî Mîchel Platînî yê ku bi 9 golan ve di Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê de wek futbolîstê ku herî zêde golan diavêje derbas bibe û wê rekora wî bi dest bixe.