06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Tarik Açikgozê ku bi biryarnameya di hikmê qanûnê da ya Wezareta Karên Navxweyî ji bo Şaredariya Sirûcê hat wezîfedarkirin, diyar kir ku rewşa xirab a navçeyê ji holê rabû.
Li gor daxuyaniya şaredariyê li Sirûcê xizmet zêde bûn û xebatên ji bo çêkirina kolan, kuçe û parkan dewam dikin.
Li ser telîmata Açikgoz li Sirûcê seferberiya paqijiyê dest pê kir û bi tîma ku hatiye avakirin daxwazên xelkê herêmê tên guhdarîkirin û çareserkirin.
Açikgozê Wekîlê Şaredarê Sirûcê diyar kir ku li hemû aliyên navçeyê xebat dewam dikin û wiha pê da çû:
"Li Sirûcê êdî ew dîmenên berê tunin. Sirûc wek şantiyê ye. Em hewl didin ku bajarekî paqij û bi pergal bidin gel. Li Sirûcê êdî ji ber sergoyên ku nayên hildan bîna pîs, kolanên qirêj, taxên tijî mêş û moz tunin. Nika bi taybetî li ciyên navend, dorberê xwendingeh, çarşî û bazaran xebat dewam dikin û ekîbên me xizmetê dibin wan deran. Ji welatiyên me yên ku li ser hesabên medyaya civakî û yên ku ji maseya me ya sipî ra pîrozbahiyên serkeftinê dişînin ra sipas dikim."