Haydar Şahin
06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê wêneyên li ser kevirên li Çiyayê Cîloyê ya ku bilindahiya wê 4 hezar û 135 mêtre ye û ji terorê hat paqijkirin balê dikişînin.
Bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê va Çiyayê Cîloyê ji terorê hat paqijkirin, xweşikahiyên li ser rê û zozanan ji ziyaretvanan ra hatin vekirin. Ziyaretvanên tên herêmê li Çiyayê Cîloyê jî digerin û xweşikahiyan kefş dikin.
Li herêmê resmê heywan, însanan û yên sembolîk li ser keviran hatina xêzkirin û ziyaretvan bi taybetî tên dîtina van resman.
Prof. Dr. Mehmet Işikliyê Hîndekarê Zanîngeha Erziromê diyar kir ku Anadolu ji hêla dîrok û çandê va dewlemend e, resmên li ser keviran mînakên dewlemendiya çand û dîrokê ne.
Işikli bi bîr xist li ciyên bilind ên Hekarî, Qers, Erzirom û Agiriyê gelek caran resmên li ser keviran tên dîtin û wiha pê da çû: "Resmên li ser keviran dibe ku di sedsalên beriya dîrokê da jî hatibin xêzkirin û dibe ku çend sedsal berê jî hatibin xêzkirin. Meriv bi tenê dikare bi lêkolînên sîstematîk vê derxe holê."
- "Çîroka van resman heye"
Işikli got ku resmên li ser keviran zehf girîng in lêbelê li Tirkiyeyê pisporên wan tunene û wiha pê da çû:
"Çîroka van resman heye. Resim jiyana kesên wê heyamê nîşan didin. Hin lêkolîner dibêjin gelekî berê ev hatine xêzkirin. Hin lêkolîner jî dibêjin ku ev 12 hezar berê hatine xezkirin û qala serkeftiyên wan ên wê heyamê dikin. Bi taybetî li Zozana Tirşînê resim zehf hene. Mixabin em xwedî agahiyên wê heyamê nînin, agahiyên me kêm in. Li vê herêmê lêkolîn nayên kirin. Ji ber vê jî em nizanin ku tam di kîjan heyamê da hatine xêzkirin."
Işikli destnîşan kir ku resmên li ser keviran qîmeta çanda welêt in dibê teqez werin parastin.