11 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
ANKARA
Sadî Guvenê Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ragihand referandûma guherandina destûra bingehîn wê 16ê nîsana 2017an roja yekşemê were kirin.
Guven di daxuyaniya çapemeniyê da bi bîr xist qanûna der barê Guherîna Zagonê ya Komara Tirkiyeyê da ya hejmara wê 6771 e û sîstema hikûmetê ya Serokomariyê jî di xwe da dihewîne û wê pêşkêşî raya gel bibe, di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Sadî Guven diyar kir li gor benda 2yemîn a qanûna der barê referandûmê da tê gotin, piştî di Rojanmeya Fermî da hat weşandin yekşema ewil a piştî roja 60an erefrandûm tê çêkririn û wiha got: "Li gor vê hikmê lijneya me bi biryara xwe ya bi jimara 74emîn biryar da referandûm 16ê nîsana 2017an roja yekşemê were kirin."
Guven destnîşan kir di nav welêt da 55 milyon û 336 hezar û 960 hilbijêr hene û wê qederê 164 hezar sandoq bên danîn.
Sadî Guven diyar kir li derveyî welêt 2 milyon û 929 hezar û 389 hilbijêr hene û got em plan dikin li 57 dewletan li 119 nûnertiyan û li 32 deriyên gumrukê sandoqan daynin.