Nihat Kavşut
11 Tebax 2017•Rojanekirin: 11 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Ramil Guliyevê ku di Şampiyoniya Atletîzmê ya Dinyayê ya 16emîn da Tirkiye temsil dikir di reva 200 mêtro ya mêran da bû şampiyonê dinyayê.
Roja 7emîn a şampiyoniyê li Londraya paytextê Îngilistanê hat kirin û di roja 7emîn da fînala mêran a 200 mêtroyî hat kirin.
Ramil Guliyevê werzişvanê Fenerbahçeyê bi rekora xwe ya 20.09an di reva 200 mêtro ya mêran da madalyaya zêrîn qezenc kir û bû şampiyonê dinyayê.
Wayde Van Niekerkê ji Afrîkaya Başûr bi rekora xwe ya 20.11 madelyaya zîv û Jereem Richardsê ji Trinidad Tobagoluyê jî bi rekora xwe ya 20.11 madalyaya bronz qezenc kir.
Wek mayîn Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo serkeftinê Guliyev pîroz kir.